Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyê navdar ê rêbaza “Derawîşên Gunabadî” di mala xwe de hate hepskirin

21:27 - 8 Adar 2018

Kurdistanmedia: kesayetiyê herî mezin ê rêbaza “Derwêşên Gunabadî”, di mala xwe de hate hepskirin.

“Nûr`elî Tabendê” di peyameke vîdyoyî de, ku di malpera “Meczûbanê Nûr” de belav bûye, nûnçeya hepsîbûna xwe di mala xwe de piştrast kir, û bas ji vê jî kir ku, rewşa tendirustiya wî baş e, û nîgeranî wî nebin.

Herwisa gotiye ku, ev nikare ji mala xwe derkeve derê.
Civîna Derwêşên rêbaza “Gunabadî” di nêzîkî mala “Nûr`elî Tabendê”, mezinê rêbaza Derwêşan, di 30`ê Rêbendanê de, di rewşeke tundûtîj de dawî pê hat, û hejmarek ji Derwêşan jî hatne binçavkirin.

Piştî ku ev Derwêş hatibûne binçavkirin, kurte vîdyoyek ji wan belav bûye, ku nîşan dide ev bi awayê hovane û nemirovane hatine îşkencekirin.

Mezinê rêbaza “Gunabadî”, çend caran neçar kiribûn, da ku derheqê rewşa saxlemiya xwe de, kurte vîdyoyekî belav bike.

Her di wan çend rojên derbazbûyî de jî, “Teyibe Racî”, keça xwedêjêrazî “Mihemed Racî” yek ji derwêşên rêbaza “Gunabadî”, nûçeya canjidestdana bavê xwe di girtîgehê de di heyama lêkolînê de ragehandibû.