Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”, Bercam, û gefa leşkerî bo ser rejîma Îranê

15:36 - 15 Adar 2018

Kurdistanmedia: Piştî li ser kar vêdedana “Rex W. Tillerson” Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê û danana “Mike Pompeo” di cihê wî de, gef û givaşên ser rejîma Îranê zêdetir bûne.

Belavoka “ Farin Palisi” a Amerîkayê di raporekê de belav kiriye ku, danana “Mike Pompeo” ji bo posta Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê, pêşeroja Bercamê şêlû kiriye û egera êrîşa leşkerî bo ser rejîma Îranê zêdetir dike.

“Mike Pompeo” pêştir serokê saziya “CIA” bûye û yek ji wan dijberên tund yê Bercamê ye, û di heyama hilbijartinên serkomariya Amerîkayê de jî, berdewam li dijî rêkevtinameya Bercamê diaxivî, û niha jî bi danîna navbirî ji bo vê postê pêşeroja Bercamê şêlû bûye, û egera êrîş bo ser rejîma Îranê zêdetir dike.

“Mike Pompeo” endamê tevgera “Partiya T” ya ser bi Komarîxwazan e, û rastrev e”, û navbirî herwisa endamê Civata Nîştimanî a Çek û girûpa labî a berfirehkirina çekên germ e.

“Mike Pompeo” li ser vê baweriyê ye ku dibe dorpêçên çekan yên li dijî rejîma Tehranê bên zêde kirin, û herwisa daxwaza vê jî kiriya da ku rêkareke tund û dijwar li dijî vê rejîmê bigrin pêş.

Hevdem karnasên Navenda Zanistî ya “HADSON”ê, bas ji vê kirine ku, hilbijartina “Mike Pompeo” kiryarên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê bileztir dike.

Karnasên vê endîşkedeyê bas jî kirine ku êrîşa leşkerî li dijî rejîma Tehranê, guherînkariyên Bercamê bihêztir dike.

Karnasên siyasî bas ji vê jî dikin ku, “Rex W. Tillerson” di asta pêwendiyên navdewletî de nekariye siyaset û biryarên “Donald Trump” bi başî encam bide, lewra “Donald Trump” navbirî li ser kar vêde da.

Roja Sêşemî 22`ê Reşemeha 1396`an, Donald “Trump” serkomarê Amerîkayê, di peyameke tund de nûçeya vêdedana “Rex W. Tillerson” di posta Wezîrê Karûbarên Derve yê wî welatî de, û danîna “Mick Pompyo” serokê saziya “CIA” di cihê wî de belav kir.