Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir

14:45 - 17 Adar 2018

Kurdistanmedia: Serkomarê Tirkiyê ku berî êrîşê digot, li Efrînê emê sivîlan biparêzin, lê ji bilî neparastina sivîlan, rehm bi nexweşxaneyê jî nekir.

Roja borî Tirkiyeya duyem hêza Natoyê, ku îdia dikir, wê di nava sê rojan de Efrînê bigre, lê niha ku nêzî du meha ye li hemberî berxwedana Efrînê de bêçare maye, û gellek zirarên malî û canî û siyasî dibîne, êdî ne tenê dest ji kuştina sivîlan naparêze, belkû nexweşxaneyan jî dide ber top û bombeyan.

Hêzên dagîrker ên Tirkiyê û çeteyên Arteşa Azad bê navber sivîlan dikin armanc, û roja borî di encama bombebarana nexweşxaneyeke Efrînê de gellek kes şehîd û birîndar bûn, ku heya niha zêdetirî 15 kesan şehîd bûne, û rewşa hinek birîndaran jî gellekî xirap e.

Ew êrîşa hovane di demekê de ye ku rojekê pêştir parlemantoya Ewropayê bi piraniya dengan daxwaz ji Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne. Lê serkomarê Tirkiyê ragehand ku ew guh nadin biryara parlementoya YE, û eva ku di berjewendiya Tirkiyê de be, wê bikin.

Ji aliyekî din ve eva nêzî deh rojan dibe ku hêzên dagîrker av jî li ser Efrînê de qut kirine, û xelkê navenda Efrînê digel kêşeya bêaviyê berbirû ne, û ew jî dikeve çarçoveya binpêkirina mafê sivîlan, ku Tirkiye îdia dike ewê Efrîniyan biparêze.

Herçend heta niha jî Rojavayiyan nekariye pêşiya van komkujiyên arteşa Tikriyê bigrin, lê rojbiroj hestiyariya Rojavayiyan zêde dibe, û zêdetir pê dihesin ku ew arteş bo serkevtinê, dest ji kuştina xelkê sivîl jî bernade.