Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîd Qadir Kerîmî agirê newroza Gellwanî hil kir

16:23 - 22 Adar 2018

Kurdistanmedia: Êvariya roja 29`ê Reşemeya sala 1396`an wekî piraniya gund û bajarên Kurdistanê di gundê Gellwanî ya Nexedê jî, agirê newrozê hate hilkirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê serbarê zexta rejîmê li ser xelkê Kurdistanê bona vê ku merasima newrozê bi rê ve nebin, lê xelkê bi bêguhdana bi çavsoriyên rejîmê, agirê newrozê hil kirin, û merasim bi rê ve birin.

Di gundê Gellwanî ya şaristana Nexedê jî ew merasim wekî gund û bajarên din ên Kurdistanê bi rê ve çû, ku tê de cuda ji piraniya merasiman, û wekî nîşandana emegdariya bi rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê, daxwaz ji kak Mihemed Kerîmî bavê şehîdê riya azadiya Kurd û Kurdistanê Qadir Kerîmî hate kirin, ku agirê newroza îsal hil kin.