Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“John R. Bolton”: Bercam bi gotûbêjan çareser nabe

15:47 - 26 Adar 2018

Kurdistanmedia: “John R. Bolton” ku niha ji aliyê Trump ve wekî şêvirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê hatiye hilbijartin, ragehandiye ku ez digel Trump hevfikr im ku pirograma etomî ya rejîma Îranê bi diyalogê çareser nabe.

“John R. Bolton” di vê derheqê zêde kir, ku ew lihevkirin dema ku pêk hat, lihevkirineke xirap bû, û herçawa ku serkomkarê Amerîkayê got, bi derbazbûna demê jî baştir nabe, lê eva Trump e ku di meha Gulanê de, wê biryara dawiyê bide. Eva jî pirsek e ku dema ez çûme Koşka Spî, ezê bi başî û berdewamî li ser kar bikim.

Welîd Farês şêvirmendê Trump jî ragehandiye ku riya çareserkirina gefên etomî ên hikûmeta Îranê, ne bertengkirina çalakiyên etomî ên rejîmê, belku guherîna rejîma Îranê ye, û xeyrîetomîbûna Îranê di destên xelkê Îranê de ye.

Ji aliyekî din ve “Şaul Mofaz” jeneralê berê yê Îsraîlê ragehandiye ku dema ew Wezîrê Parastinê bû, “John R. Bolton” hewl da ku wî razî bike da ku êrîşî ser binkeyên etomî ên rejîma Îranê bike.

Diyarîkirina “John R. Bolton” wekî şêvirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bûye serxetê nûçeyên ragehandinên Îsraîlê, gellek ji berpirsên payebilind ên Îsraîlî “John R. Bolton” wekî dostê rastîn ê xwe bi nav dikin ku li ser guherîna rejîma Îranê pêdagir e.

Hêjayî basê ye ku ew oltîmatoma ku Trump bo sererastkirina rêkkevtina Bercamê daniye, roja 22`ê Banemerê bi dawî tê.