Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Tirkiyê berdewam e li ser gefên xwe

15:53 - 26 Adar 2018

Kurdistanmedia: Erdoxan serkomarê Tirkiyê ku bi alîkariya çeteyên bi nav Arteşa Azad û bi van hemû teknolojiya xwe ya pêşkevtî du heyvan kêşa heya ku karî têkeve Efrînê, niha jî gefa çûna bo nav Şengalê dixwe.

Navbirî roja borî ragehand ku wan dest bi operasiyona li Şengalê kiriye, lê Îraqê ret kir ku hêzên wan ketibin nav Şengalê de.

Navenda Hevbeş ya Îraqê bi weşandina daxuyaniyekê belav kir ku rewş di herêmên Mûsil, Şengalê û navçeyên sînorî aram e, û tu hêcetek nine ku hêzên Tirkiyê têkevin nav sînorên wan de.

Ji aliyekî din ve di demekê de, Tirkiye berdewam e li ser gefan li dijî Şengalê, ku KCK`ê bi weşandina daxuyaniyekê ragehand ku erk û wezîfeya wan ya li Şengalê bi dawî hat, û ewê vegerin cihên xwe yên berê, û ew naxwazin ku şerekî din di Şengalê de rû bide, ku cardin û bi fermaneke din Êzidî ji warê xwe aware û derbider bin.

Herwisa KCK`ê ragehand ku wan di dema êrîşa DAÎŞ`ê bergirî ji Êzidiyan kir û piştre jî hekî ew ratsî êrîşan bên, emê bêne Şengalê û bergiriyê ji wan bikin.

Ew hemû êrîş û gefxwarinên berdewam ên serkomarê Tirkiyê herçend nebûne sedema vê ku civaka cîhanî pêngaveke bikiryar li dijî Tirkiyê hilgire, lê di asta bîr û raya giştî û bîr û raya civaka cîhanî de, ew baweriya çêbûye ku Erdoxan di hizra berfirehkirina bazineya deshilata xwe, û vegerandina Tirkiyê bo sînorên serdemê xelafeta Osmanî de ye.

Heta di vê derheqê de “John R. Bolton” şêvirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bi eşkere ragehandiye ku AKP Tirkiyê ji sîstema sekolar ve, ber bi sîstema xelafetê ve dibe, û dibe pêşiya wan zêderewiyên AKP bêne girtin.

Her derheq gefên Erdoxan bo ser Şengal û Qendîlê, siyasetvanê naskirî ê Bakûra Kurdistanê Osman Ocelan jî ragehand ku bêguman Erdoxan di fikra pêkanîna xelafeta Osmnaî de ye, û wê êrîşî ser Qendîlê jî bike, lê Amerîka û hevpeymanên wê bona vê ku, hez nakin şer zû bi dawî bê, wê sîstema paratsina esmanî danên, da ku Tirkiye nekare balafirên şer bi kar bîne, lewra hevsengiya şer heya astekê wê bê parastin, û şer wê gellek dom bike, û ew yek di berjewendiya Amerîkayê û hevalbendên wê de ye.

Li gora gotina navbirî, eva tevlik û davek e ku Amerîkayê bo Tirkiyê daniye, da ku Tirkiyê rastî lawazî û şikestê di şer de bike, û bîr û raya navxw eya Tirkiyê jî, li dijî Erdoxan tûj bike.