Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteyeke parlemantoya Misrê: Jînosayda Kurdan li Efrînê wekî ya Ermeniyan e

15:50 - 27 Adar 2018

Kurdistanmedia: Komîteyeke berpirsyar li hember pirsên di welatên Erebî de li parlemantoya Mîsrê de, ew êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bi armanca qirkirinê bi nav kir.

Li gora vê komîteyê ew jînosayd û qirkirina Kurdên Efrînê û derbiderkirina wan gellek dişibhe qirkirina Ermeniyan di sala 1915`an de ji aliyê deshilatdariya Osmaniyan ve.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyên çeteyên bi navê arteşa Azad ku ji zêdetir ji 70 girûpên tundrev pêk hatiye, û Tirkiye piştgiriya wan dike, bi dehan hezar Kurdî aware û derbider bûn, û malên wan ji aliyê çeteyan ve hatin talankirin, û piştre jî hatin teqandin. Heta di gellek mal û avahiyan de jî bombe danîne, da ku di dema vegera xwediyên wan malan de, avahiyên wan bi ser wan de biherifin.

Bo mînak her roja derbazbûyî bû, ku piştî vegeriyana maleke Kurdan ku ji heft kesan pêk hatibû, dema ku xwastin herin nav mala xwe de, mala wan teqiya û avahî bi ser wan de herifî û her hemiyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyekî din ve di nava Efrînê de, roja borî di navbera du girûpên çeteyên bi nav Arteşa Azad de şer derket û gellek kes ji herdu aliyan hatin kuştin û birîndarkirin, yan jî bi dîl hatin girtin.

Di demekê de ku Tirkiyê ragehandiye ewê xizmeta Efrîniyan bikin, bûyerên vê herêmê nîşan didin, ku Efrîn wê bibe navenda şerê girûpên ku çete ne, û ne xelkê Efrînê ne.

Vê siyaseta dagîrkerane ya Erdoxan û pêdagirî li ser mana hêzên Tirkiyê heya demeke nediyar hêrsa Sûriyê jî bilind kiriye, û roja borî hikûmeta Sûriyê rû li Tirkiyê ragehand ku dibe bilez û bi bê şert û merc xaka Sûriyê bi cih bihêle.