Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkkevtina Navikî nabe sebeba destpêrenegihîştina Îranê bi çeka navikî

16:12 - 28 Adar 2018

Kurdistanmedia: “Mihem bin Selman” welî`ehidê Si`ûdiyayê rexne li rêkkevtina navikî a digel Îranê girt, û got ku ev rêkkevtina tenê destpêregihîştina Îranê bi çekên navikî dixe derengî, lê pêşî jê nagire.

Di roja Sêşemî 27`ê Adara 2018`an de, Şazade “Mihemed bin Selman”, cihgêrê Şêvra Wezîran û Wezîrê Berevaniyê yê S`ûdiyayê di serdana fermî a xwe de ji bo Amerîkayê, di hevdîtina digel berpirs û rojnameya “New York Timese”, rêkkevtina navikî a bi navê “Bercamê” ya di navbera Îran û welatên Rojavayî de rexne kir, û got ku ev rêkkevtina tenê destpêragihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî dixe derengî, lê pêşî jê nagire.

Mihem bin Selman herwiha got ku em ji armanca Îranê tê digihîjin, û hekî ev çeka navikî bi dest bixe, wê ji vê çekê weke mertalekê li hemberî dijberên xwe de bi kar bîne, û di deverê de jî her karekî ku bixwaze, wê encam bide.

Navbirî heriwsa hewldana rejîma Îranê ji bo bidestveanîna çeka navikî, weke hejmartina demjmêran ji bo derbelêdana bi gulle li serê mirovan da hesibandin.

Hêjayê basê ye ku Dunald Trump serkomarê Amerîkayê yek ji dijberên herî tund yên li dijî vê rêkkevtina navikî a digel Îranê ye.

Di şeva Pêncşemiyê de, Husiyên Yemenê 7 mûşekên balistîk ku ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, ber bi Erebistanê ve avêtibûn, û di encamê de jî hevwelatiyekî Erebistanê jiyana ji dest da, û yek din jî birîndar bû.

Her di vê pêwendiyê de jî, Melik Selman tekez kir ku paşayê S`ûdiyayê ragehandiye, her hewleke şerxwazane ku ewlehî, aramî û saxlemiya hevwelatiyên Erebistanê bike armanc, ew nahêlin bêbersiv bimîne.