Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja Şehîdên Kurdistanê, bi awayekî berdewam çalakiyên teblîxî li dar xistin.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, bi boneya 10`ê Xaklêweyê endam û alîgêrên qehreman yên PDKÎ, li gundê “Kanî Sûr” a bajarê Bane de çalakiyên teblîxî li dar xistin, û diruşmên taybet bi roja “Şehîdên Kurdistanê” li ser dîwarên wî gundî nivîsandin.
Hevdem pêşmergên hizbê di nav bajarê Bokanê de, di şeva 10`ê Xakelêweyê de, bi lidarxistina çalakiyên berfireh yên teblîxî, îdamkirina Pêşewayê nemir “Qazî Mihemed” bi destê rejîma Şah şermezar kirin, û rêz ji hemû şehîdên Kurdistanê girtin û soz û peyman a xwe digel wan nû kirin.
Ev cihên ku di bajarê Bokanê de, çalakiyên berfireh yên teblîxî li dar xistibûn bi vî rengî ne:
Derdora Zanîngeha “Peyama Nûr” û Zanîngeha “Îlmî û Karbordî”, Şeqama “Înqilab”, “Fermandariyê heyanî Eskenderiyê”, “Elborz”, “Kelhurava”, “Sefa gazê a Elîabad û Sahilî”, “Derdora Tirmînala Nû”, “Kolan û şeqamên derdora pompa bênzîn a Hebîbzade”, “Berî Mîrava”.
Herwisa qehremanên Demokrat di gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê, û “Siwêro” a bajarê Bane, bi boneya 10`ê Xakleweyê alaya Kurdistanê, emanetiya binirx a Pêşewa hildan.
Têkoşerên Demokrat di bajarê Seqiz a hertim di qadan de, bi boneya 10`ê Xakleweyê, di kolanên weke, “Sîlo”, “Bilwara Kurdistan”, “Şafi`î” û “Ostad Şîrazî”(Koştargah), poster û wêneyên taybet bi 10`ê Xakelêweyê belav kirin. Ev çalakiyane di bajarê Mehabadê de jî bi awayekî berfireh hatine lidarxistin.