Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di merasima sersaxiya “Dilovan Îdrîs Barzanî” de

22:22 - 4 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” di merasima sersaxiyê ya “Dilovan Îdrîs Barzanî” birayê serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdarî kir.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 14`ê Xakelêweyê, di yekem roja merasima xwedêjêrazî “Dilovan Îdrîs Barzanî”, birayê “Nêçîrvan Barzanî” Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, “Mistefa Hêcrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ digel şandeke rêberatiya hizbê, di Pîrmamê de beşdarî kir, û bi vê boneyê jî hevxemî û sersaxiya PDKÎ ji “Mes`ûd Barzanî” û “Nêçîrvan Barzanî”, û Partiya Demokrat re ragehand.

Di vê merasimê de, şanda PDKÎ bi serokatiya “Mistefa Hicrî” ji aliyê “Mes`ûd Barzanî” û serkirdayetiya Partiya Demokrat ve, hate pêşwazîkirin, û şanda Partiya Demokrat tevî keyfxweşî nîşandana xwe ji bo beşdariya Mistefa Hicrî û şanda PDKÎ di vê merasimê de, şanda PDKÎ bi rêz û hurmet ve bi rê kirin.