Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî PDKÎ Koça dawiyê kir

22:02 - 5 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Hacî Qazî Mela Îbrahîm Rawendî bavê şehîdekî PDKÎ li bajarê Şinoyê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê roja Çarşemiyê rêkevt 15.01.1397`an a Rojî, kesayetiyê ayînî Hacî Qazî Mela Îbrahîm Rawendî bavê şehîd Xefûr Rawendî xelkê bajarê Şinoyê di temenê 119 saliyê de koça dawiyê kir.

Qazî Mela Îbrahîm di destpêka şoreşê çi wekî kesayetiyekî welatparêz û çi wekî pêşmergeyek, bixwe digel kur û neviyê xwe tevlî refên PDKÎ bûn.

Piştî jidestdayîna navçeyên azadkirî Qazî li ber rewşa nebaş ya tendurustiya xwe û pêgehekê ku hebû, bi neçarî li ser daxwaza hizbê vegeriya bajarê Şinoyê.

Rejîmê gellek hewl da ku bala vî kesayetiyê bo aliyê xwe rakêşe, lê serkevtî nebû, û Qazî heya dawî demên jiyana xwe wekî kesekî cihê baweriya hizbiyan û xelkê bajar û herêmê ma.

Şehîd Xefûr kurê navbirî endamê komîte şaristana Şinoyê û berpirsê tîma teşkîlatî bû, ku digel du hevalên din li gundê “Hêye” ji aliyê hêzên cinayetkar ên rejîma Îranê ve hatin dorpêçkirin, û piştî şerekî neberamber digel şehîd Bayezîd Nazir bi dîl hatin girtin, û paş çend mehan îşkence û azarê di girtîgeha Urmiyê de hatin îdamkirin.

Rejîmê di wê demê de jî hewl da ku ji vê riyê ve bandorê li ser Qazî danê, lê serkevtî nebû, jiber ku Qazî şanazî dikir ku bavê şehîdekî PDKÎ ye.

Termê Qazî di nava koma xelkê bajarê Şinoyê de, di cimata şehîdên vî bajarî bi xakê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê navbirî, û xwe şirîkê xema wan dizane.