Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna amara destengiyê di Îranê de

22:03 - 8 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Zêdeyî 1.3 ji xelkê Îranê, bi rengekî tewaw desteng in, û nikarin hewcehiyên serekî yên jiyana xwe dabîn bikin.

Li gora texmîna karnasan, “INFLATION” (tewerom, helawsan), giranî û nebûna kar di Îranê de, bûye sedem ku xelkên wî welatî rastî kirîza destengiyê bên, û her salê asta destengiyê (hejariyê) di Îranê de zêde dibe.

“Husên Radfer”, lêkoler û aborînas yê Îranê, roja Çarşemî 18`ê Xakelêweya 1397`an ragehandiye ku: Li gora texmînên aborî, hêla destengiya reha (tewaw) bo her malbateke çar kesî ku di bajaran de dijîn, çar milyon Tûmen jê re diyarî kirine, û li gora wê ji sedî 33 ji nifûsa Îranê destengên tewaw in, û ji sedî 6 ji xelkê Îranê bi awayekî tewaw di birçîtiyê de dijîn.

Li gora gotina navbirî, ji dîtingeha dewletê ve hêla destengiyê ji bo malbateke 5 kesî bi qasî 700 hezar Tûmenî hesab kirine, ku ev pere heta beşa xwerina wan jî nake.

Li gora berhevdanên “Radfer”, 26 milyon kes di Îranê de, tûşî destengiyê bûne, û pênc milyon kes jî di wî welatî de, di birçîtiyê de jiyan dikin, û heqdestê wan heta beşa dabînkirina hewcehiyên xwerinê jî nake.

Di heyamên derbazbûyî de, “Perwîz Fetah” berpirsê “Komîteya Îmdad” a Xomêynî ragehandibû ku, rêjeya wan kesên ku bi armanca navnivîsiyê ji bo vê komîteyê xwe dane naskirin, ji sedî 50 zêde kiriye.