Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro 21 sal bi ser derkirina hukmê dîrokî ê dadgeha Mîkonosê re derbaz dibe

16:20 - 10 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Vê dadgehê li civîna fermî ya roja 10.04.1997’an de bi biryarek cesûrane û dadperwerane, Kazim Darabî û Ebas Rahilê Lubnanî bi hepsa ebed, û Yûsif Emîn bi 11 salan hepsê, û Mihemed Etrîs jî bi 5 salan hepsê mehkûm kirin, ku herdu jî Lubnanî bûn.

Ew hukmê dadgeha Mîkonosê belgeyeke haşahilnegir ya yasayî ye ku li dest tev alîgirên azadiyê û piştgirên mafê mirov de ye, ku rejîma Îranê pê mehkûm bikin, û rê bihê xweşkirin bo vekirina tewaya wan dosiyeyên ku di arşîva dezgehên qezayî de hatine piştguhxistin, wek dosiyeya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Vîyenê, û ...hwd.

Li dîroka hatine ser kar a Komara Îslamiya Îranê, eva yekem car bû ku ji hêla dezgeha dadweriya welatekê ve hukmê girtina wezîrekî welatê Îranê bi tawana beşdariya li kiryareke terorîstî de dihate derkirin.

Wê demê welatên Rojavayî balyozên xwe ji Îranê vexwandin , û pêwendiyên xwe ên aborî bi rejîma Îranê re qut kirin. Ew yek li gora gotina berpirsyarên rejîmê bixwe jî, wê demê yek ji mezintirîn kêşeyên berbirûyê rejîmê bû, ku berpirsyarên rejîmê neçar bûn, şanogeriyekê bi navê reforman encam bidin, ku di dawiyê Xatemî bû serkomar.

Dadperweriya dadgeha Mîkonosê niha jî rayedarên rejîmê azar dide, û sala borî di vê derheqê de Xamineyî di meclisa Xibrigan de, ew hukm wekî hukmekî tall bi nav kir.

Tevî derbazbûna 21 salî bi ser derkirina hukmê dadgeha Mîkonosê re, rejîma Îranê ji aliyê welatên Erebî û Rojavayî ve, wekî piştevanê herî serekî ê terorîzmê di cîhanê û Rojhilata Navîn de, tê naskirin.