Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend bajarên Kurdistanê dûbare dest bi grievê kirin

21:37 - 15 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Ji bo careke din, hevwelatiyên çend bajarên Kurdistana Rojhilatê ji ber rewşa aloz ya aborî û daxstina sînoran bazar û dukanên xwe daxistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, Îro 26`ê Xakelêweyê, dukandar û bazariyên bajarên “Bane” û “Juwanro” ya kurdistana Rojhilatê ji bo cara çendê di yek meha derbazbûyî de, dest bi grieve kirin, û bazar û dukanên xwe daxstin.

Roja Sêşemî 14`ê Xakelêweya 1397`an,dukan û bazarên bajarên “Seqiz”, “Juwanro” û “Merîvan”ê bi daxstina bazaran, daxwaza vekirina sînoran kirine;

Herwisa roja Şemî 5`ê Reşemeya 1396`an, dukandar û esnafên bajarên Pîranşar û Bane jî bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe bi daxstina dukanan, dest bi grievê kirine, û bi sedema destêwerdanên hêzên îtila`atê û zext û givaşên zêde li ser wan, ew neçar man dawiyê bi gireva xwe bînin.

Bijîva jiyana xelkê Kurdistanê bi taybetî di bajarên sînorî yên weke Merîvan, Seqiz, Bane û Juwanro`yê de girêdayî bazarçeyên sînorî ye, lê rejîmê di daviya sala derbazbûyî de, bi armanca birçî û qirkirina xelkê, ew sînor daxistine, û eva jî bûye sebeba nerazîbûna berdewam ya xelkê wan deveran.

Tevî vê yekê jî berpirsên rejîmê hewil didin ku tawana rewşa xirab a jiyan û bijîva xelkê ji stûyê xwe derxin, lê xelk gellek bi rohnî bas ji vê yekê dikin ku daxistina sînoran, berdewamiya enfal û qirkirinekê ye ku ji bajarên Kerkûk û Efrînê ve bi eşkere destpê kiriye, û di rojhilata Kurdistanê de jî bi rêgirtin ji kasibî û qutkirina bijîva jiyanê û birrîna nanê ser sifreya xelkê Kurd di vê parçeya Kurdistanê de berdewam dike.