Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ereb li dijî destêverdanên rejîma Îranê civîn pêk anîn

21:08 - 16 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Bas û nîqaşên serekî yên civîna Yekîtiya Ereb, derheqê piştevanîkirina rejîma Îranê ji terorîzmê bû.

Roja Yekşemî 15`ê Nîsana 2018`an, “Melik Selman”, paşayê Erebistanê, di şiroveya destpêkî ya civîna berpirsên Ereban de, îşare bi destêverdanên rejîma Îranê di nava karûbarên deverê de kir, û ji civata navneteweyî daxwaz kir, da ku li hemberî kiryarên rejîma Îranê di deverê de helwêst hebin.

Di civîna Yekîtiya Ereb de, yek ji axavtinên herî serekî yên wan derheq ewlehiya deverê bû ku, derheqên destêverdanên rejîma Îranê de nîqaş hatibû kirin, ku rejîma Îranê bi piştevanîkirin ji terorîzmê, ewlehiya welatên deverê têk daye, û herwisa terorîzim weke mezintirîn gef bo ser welatên erebî û herwisa welatên Îslamî dane zanîn.

Her di vê derheqê de, piştî tewawbûna vê civîna Yekîtiya Ereb, “Adel Al-Jubeir”, Wezîrê Karûbarên Derve yê Erebistanê, di civîneke rojnamevaniyê de, rejîma Îranê bi piştevanîkirin ji Husiyan û destêverdan di nav karûbarên deverê de şermezar kir, û herwuha îşare bi vê yekê jî kir ku rejîma Îranê, dixwaze bi afirandina aloziyan û dirûstkirina cudahiyê di navbera welatan de, deverê tûşî şer bike.

Herwuha di vê civînê de, ji Îranê daxwaz hate kirin, da ku ji nav welatên erebî derkeve, û dawiyê bi destêverdan û piştevanîkirin ji girûpên terorîstî bîne, û rêz ji welatên cîran bigire.