Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Thomas Friedman: Xwe ji bo şerê di navbera Îran û Îsra`îlê de amade bikin

22:04 - 16 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: “Thomas Friedman” yek ji rojnamevanê naskirî yê Amerîkayê, di rapora rojnameya “NewYork Times”ê de belav kiriye ku, şerekî din li Sûriyê di navbera rejîma Îran û Îsra`îlê de wê çê bibe.

Thomas Friedman yek ji rojnamevanê naskirî yê Amerîkayê, di raporeke rojnameya “New Yok Times”ê de bas ji vê kiriye ku, heyanî niha rejîma Îran û Îsra`îlê bi bêdengî şer kirine, lê ji wir şûnda rejîma Îran û Îsra`îlê, di Sûriyê de rasterast wê şer bikin.

Navbirî di vê raporê de nivîsandiye: Hekî we pêştir eva bihîstibe, min ragirin, Sûriye wê biteqe, dizanim ku eva we bihîstiye, lê vê carê bi rastî Sûriye wê biteqe.

Thomas Friedman di vê raporê de nivîsiye ku: “Piştî êrîşa Amerîkayê û hevalbendan bo ser Sûriyê, hevdem egera şerê di navbera rejîma Îran û Îsraîlê jî, zêde bûye.

Navbirî di vê derheqê de jî axivî, û got ku, yekem şerê di navbera Îsra`îl û rejîma Îranê de, di 10`ê Şibatê de çê bû, û ev jî di heyamekê de bû ku balarfireke bê pîlot ya rejîma Îranê piştî evê ku çû bû nav axa Îsaî`lê, ji aliyê artêşa Îsra`îlê ve kevtibû xwarê, û piştî lêkolînên derheqê parçên vê balafira bê pîlot ya Îranê ji aliyê dezgeha zanyarî a Îsra`îlê ve fermanderê bi navê “Runîn Mênalls” gotûbêjê artêşa Îsra`îlê ve hate eşkerekirin, ku ev balafira bê pîlot ya rejîma Îranê kelûpelên teqînê hilgirtine, û erk û wezîfeya bombebarankirinê jî hebûye.

Piştî çendîn caran êrîşên artêşa Îsra`îlê bo ser binke û hêzên rejîma Îranê di Sûriyê de, “Elîekber Wilayetî” şêvirmendê Xamineyî bi fermî ragehand ku ew wan tawanan bê bersiv nahêlin.

Hevdem berpirsekî Îsra`îlê jî bi fermî ragehand ku, ewê êrîşî ser binesaziyên leşkerî yên rejîma Îranê bikin.