Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîkayê wê di behra Xezerê de cihgir bibin

20:58 - 21 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Amerîka piştî lihevkirina digel Qezaqistanê biryar e ku bê nava behra Xezerê, û di wir de jî cihgir be.

Li gora raporên belavkirî, meclisa SENA ya Qezaqistanê piştî lihevkirina digel Amerîkayê, îzna vê yekê da leşkerên vî welatî, ku bêne nava behra Xezerê, û di warê leşkerî de wir bi kar bîne.

Li gora vê lihevkirinê benderên “Kurîk” û “Aqtaw” li peravên behra Xezer, bi armanca leşkerî û şandina alavên leşkerî bo Efxanistanê mifahê jê tê wergirtin.

Ew porotokol di sala 2017`an de, li bajarê NEW YORK`ê di navbera van du dewletan de hate wajokirin, ku li gora vê lihevkirinê, bendera “AqTaw” wekî xaleke teranzît a leşkerî mifah jê tê standin.

Belavbûna vê nûçeyê di demekê de ye ku Komara Îslamî berdewam di salên borî de, rexneya vê yekê ji welatên navçeyê girtiye, ku çima îznê didin dewleta Amerîkayê di nava xaka welatê wan de, pêgeha leşkerî ava bike, û vê yekê wekî karekî nerewa ya li dijî berjewendiyên nîştimanî ên van welatan dizane!.

Berpirsên rejîma Îslamiya Îranê di demekê de bas ji yekparçeyiya xak û berjewendiyên nîştimanî dikin, ku bi xwe bi awayên cur bi cur xaka welat bi welatên din erzanfiroş dikin, ku mînaka herî berçav jî mifahwergirtina Rûsiyê ji binkeya esmanî ya “Nûje” ya Hemedanê, û bi kirêdana cihê masîgirtinê bi Çînê, û herwisa firotina pişka masiya Xawyar bi Rûsiyê ye.

Behra Xezerê di navbera Rûsiye, Îran, Azerbaycan, Turkemenistan, û Qezaqistanê hevpar e, û hêşta jî rêjeya mifahwergirtin ji sînorên avî ên vê behrê zelal nebûye.