Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî Îlamî li pêşberî avahiya “Wezareta Ilûm”ê dest bi girevê kir

15:11 - 23 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Yek ji mamostayên zanîngeha Îlamê ku pêştir jî dest bi girevê kiribû, vê carê li pêşberî avahiya “Wezareta Ilûm”ê digel malbata xwe bi nîşana nerazîbûnê konek vedan.

Mihemed Neqdî ku dukturaya fîzîkê heye, seba vê ku berpirsyarên pêwendîdar di zanîngehê de guh nedane daxwaziyên wî, û hiqûqê wî jî heyamek e ku ragirtine, û ketiye nava rewşeke dijwar de, dest bi girevê kir.

Wî di vê derheqê de ragehand ku roja borî û berî destpêkirina girevê, digel çend kes ji berpirsyarên “Wezareta Ilûm”ê, hevdîtin pêk anî, lê mixabin tu îradeyek bona pêregihîştina bi kêşeyên min xuya nake.

Li gora gotina vî mamostayê Îlamî, polîsê 110 jî gef lê xwariye ku hekî dev ji vê girevê bernede, ewê wî bibin kelanteriyê. Lê dîsan jî berpirsyarên “Wezareta Ilûm”ê amade nebûne ku daxwaziyên wî cîbicî bikin.

Zexta li ser mamostayan û guh nedana bi daxwaziyên wan bûye sedema revîna mejiyan ji Îranê, û niha beşek ji baştirîn mamostayên zanîngehê li derveyî welat mamostayên Îranî ne, ku xizmeta welatên din dikin.