Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemû aliyek li Tirkiyê xwe bo hilbijartina pêşwext amade dikin

15:40 - 23 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Li Tirkiyê wê hilbijartinên pêşwext bi rê ve herin, û hemû aliyek hewla xistina AKP`ê ji deshilatê didin.

Piştî vê ku piroseya çareseriyê li Tirkiyê têk çû, û hikûmeta Tirkiyê jî di piraktîkê de çi pêngavek bo çareseriya pirsa Kurd hilnegirt, şer û pevçûn di navbera arteşa Tirkiyê û hêzên Kurdî de derket, û AKPê zanî ku wê dengê Kurdan ji dest bide, lewra digel MHP ku partiya herî neteweperest û dijî Kurd e hevpeymanî pêk anî.

Di vê derheqê de Osman Baydemir parlemantarê Kurd ku niha ew mafê jê hatiye standin, ragehand ku MHP bi vê şertê razî bûye ku digel AKP hevalbendiyê pêk bîne, ku AKP dijberiya Kurdan bike, û her cihekî ku Kurd bixwazin statuyekê ji xwe re ava bikin, dijberiyê bike.

Herwisa gellek ji çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku dijberiya AKP digel referandoma Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Efrînê û berdewama şerê taybet li dijî hêzên Bakûra Kurdistanê û bi taybet HDP`ê, wê Dengê Kurdan ji dest bide.

Lewra hemû hêzên Tirkiyê hewl didin ku bi dengê Kurdan zêdetirîn kursiyan bi dest bixin.

Ji aliyekî din ve CHP digel “Partiya IYI” biryara hevpeymaniyê da, ew partiya ku taze ava bûye, û hewl didin bi piştgiriya dengê Kurdan AKP ji deshilatê bixin.

Herçend ku AKP radigehîne ku ew hilbijartina pêşwext bo demokrasiya Tirkiyê û ji bo pêkanîna aramiyê baş e, lê di rastî de ew siyasetek e bona vê ku di vê rewşa emniyetî de ku pêk aniye, û piraniya neyarên xwe serkut kiriye, û xistiye girtîgehan de, û rewşeke awarte heye, û dagîrkirina Efrînê jî wekî serkevtinê ji xwe re dibîne, bikare cardin pêgeha xwe qahîm bike, û xwe nûnerê rasteqîne yê hemû akinciyê Tirkiyê bizane.