Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka zextên xwe bo ser Bercamê zêde dike

21:58 - 23 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Dema sererastkirin yan jî hilweşandina lihevkirina Bercamê di vê mehê de dawî pê tê, û Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî dibe ku biryara yekalîbûna xwe di vê derheqê de bidin zelalkirin.

Li gora raporên belavbûyî, welatên Rojavayî dibe ku heta heyameke din derheqê lihevkirina Bercamê, biryara dawî ya xwe bidin, her di vê derheqê de jî pirsgirêk û lêdwan û netebahî di navbera welatên xwedîhêz de heye.

“Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, di heyamên derbazbûyî de dem ji kongireya Amerîkarê re danîbû, ku di 12`ê Gulanê , (22`ê Banemera 1397`an), dibe ku Bercam bê sererastkirin, û hişdarî jî dabû, hekî Bercam neyê sererastkirin, Amerîka wê bi tena serê xwe Bercamê hilweşîne.

Berpirsên rejîma Îranê ragehandine ku, hekî Amerîka Bercamê hilweşîne, wê encamên xirab ji bo Amerîkayê li pey xwe hebin, û em jî vê mehandina Oraniyomê dest pê bikin.

“Emmanuel Macron” serkomarê Firansayê di vê derheqê de ragehandiye ku, me tu bedîlek ji bo lihevkirina navikî a Îranê tune ye, û Amerîka jî dibe di nava vê lihevkirinê de bimîne, çimkû tu bijardeyeke din li gorê da tune ye.

“Macron” herwuha bas ji vê jî kir ku, ew dixwaze li ser mijara mûşekên balistîk û kêmkirina desthilata rejîma Îranê, di deverê de niqaşê bikin.

Hevdem “Mihemedcewad Zerîf” Wezîrê karûbarên Derve yê rejîma Îranê, hişdarî daye, ji bo hewlên Amerîkayê ji guherîna lihevkirina navkî a Îranê re, û peyameke metirsîdar jî dişîne, ku nabe welatên din digel “Washington”ê gotûbêjan encam bidin.

Wî berpirsê rejîmê bas ji vê jî kiriye ku, serkomarê Firansayê “Emmanuel Macron” û şêvirmenda Almaniyayê “Angela Merkel” hewl didin, da ku “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê bigihîjîne qina`etê, lê belê ev kareke bê bencam e.

Amerîka îdi`a dike ku, rejîma Îranê paybend bi lihevkirina navikî nebûye, û di vê heyamê de jî, hemû hewla xwe daye daku bigehe çeka navikî, û herwiha vê rejîmê ceribandina mûşekên balistîk jî encam daye.

Her di vê pêwendiyê de, senator “Bob Corker” serokê pêwendiyên derve yê Senaya Amerîkayê di vê derheqê ragehandiye ku, hekî Bercam neyê sererastkirin, wê Amerîka ji vê lihevkirinê vekêşe.

“Donald Trump” di destpêka bangewaza hilbijatinê de, soz dabû ku ewê lihevkirina navikî bidirîne.

Karnasên siyasî bas ji vê dikin, ku lihevkirina Bercamê her di destpêkê de, naverokeke wisa tunebûye, û tenê kaxezek bûye ku hatiye wajokirin.