Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di fazeke nû de, li dijî PDKÎ dest bi çalakiyan kiriye

15:17 - 25 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Dezgeh û navendên ewlehiyê ên rejîma Îslamiya Îranê li dijî PDKÎ cardin dest dane çalakiyên teblîxî.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “kurdistanmedia”yê, piştî çalakiyên hêza pêşmergê kurdistanê di navxwe ya welat de, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di gundê Seholan ya bajarê Mehabadê de dest bi çalakiyên teblîxî kiriye.

Nûçegihanê malpera “kurdistanmedia”yê bas ji vê kiriye ku piştî vê ku PDKÎ çalakiyên xwe di navxwe ya welat de dest pê kiriye, hêzên rêkxirawa Spaha Pasdaran a terorîst ji tirsa hêza pêşmerge çalakiyên teblîxî bi rê ve dibin.

Pêştir jî nûçegihanê malpera “kurdistanmedia”yê basê vê kiribû ku di sala 1397`an de, binkeyeke caş û kirêgirtiyên ser bi rejîma Îslamiya Îranê bedela binkeya polîs û hêzên Întizamî bi hevkariya xwefiroşan di gundê Seholan a ser bi bajarê Mehabadê de tê danîn.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia basê vê kiriye, ku piştî vê ku PDKÎ çalakiyên xwe di navxwe de dest pê kirine, hêzên rêkxirawa terorîstî ya Spaha Pasdaran ji tirsa hêza pêşmerge çalakiyên teblîxî bi rê ve dibin.

Vê çavkaniyê ragehandiye ku ew binkeyên leşkerî ên kirêgirtiyan li ser îzna şêvrên gundan tê avakirin.

Nûçegihanê malpera “kurdistanmedia”yê ragehandiye ku ew karê rejîmê bona berbirûbûna digel hêzên PDKÎ di vê navçeyê de ye, jiber ku rejîmê tirs ji çalakiyên PDKÎ di vê navçeyê de heye.