• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-24 / 1396-09-03   

Hevpeyvîna malpera “Kurdistanmedia” li gel “Rostem Cehangîrî” Endamê Deftera Siyasî Yê PDK Îranê

2012-04-12 / 1391/01/24 - 23:40 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Hevpeyvîna malpera “Kurdistanmedia” li gel “Rostem Cehangîrî” Endamê Deftera Siyasî Yê PDK Îranê
Mijara hevpeyvênê: Gerra 9’ê a hilbijartinên Meclisa rejîma Îranê

Kêmtir ji du heftiyên din gerra 9’ê a hilbijartinên Meclisa Îranê birêve
dice. Hilbijartinek ku ji aliyê opozîsyûna Îranî ve bi maşkanê nav derxistiye û hatiye tehrîmkirin. PDK Îranê jî yek ji çalaktirîn aliyên nava çepera wê tehrîmê de ye.

K\media: Bi li berçavgirtina rewşa niha ku di Îranê de hin guhertin û hişyariyên siyasî di nava xelkê de çêbûne, hûn asta beşdariya xelkê di tehrîma çalak a hilbijartinên gerra nehê a Meclisa rejîma Îranê de çawa dibînin?

R. Cehangîrî: Di destpêk de, her li yekem roja bidesthilatgihîştina rejîma Komara Îslamî peyama Kurdan rohn bû û ji bo hilbijartinên ku di çarçoveya nîzama Komara Îslamî de jî birêveçûne, PDK Îranê bi başî zaniye ku xelk di riya wan hilbijartinan de nagîjin tu mafên demokratîk û xwastên xwe. Xelkê bi wan hestên xwe ên şoreşgêrane nîzama Pehlewî herifandin, bi vê hêviyê ku nîzama teze bidesthilatgihîştî nîzamek demokratîk be û azadiyên ragihandin û mafên mirovan û bi giştî azadiyên tak di civakê de cihgîr bibin, mixabin ew yek çênebû û gelê Kurd zû mebestên rejîmê xwandin û zanî ku xewn û xweziyên xelkê dê pûç bibin û di yekemîn referandoma ku 33 salan berî nihe li ser yasaya bingehîn a Komara Îslamî hat kirin, PDK Îranê ew bi nav referandome tehrîm kir û ragihand ku gerek alternatîvên din jî di wê referandomê de beşdar bin û tenê Komara Îslamî nebe. Di wê demê ve avakerên Komara Îslamî ketin pîlanan li dijî Kurdan û bi kuştin û qetlîam û teror û wêrankriina gundan.

Diyare her ew nebû ku PDK Îranê xerezek gel wê rwjîmê hebe, belkî wê partiyê bi cîhanbîniya xwe di vê baweriyê de ye ku mirov gerek serbest be û çawa ji dayîk dibe û her wa azad jî bijî û di birêvebiriya welat de beşdar be û dengê xelkê di birêveberiyê de bandor hebe û tu kesekê li servey yasayê nebîne. Lê di Komara Îslamî de mixabin gerek hemû kes pêrewî ji yasayê bikin û yasa jî pêrewî li “Welî Feqîh” bike. Di wê derê de bû ku hêzên Kurdî diçeperek li hemberî Komara Îslamî de cih girt.

Heya di hin caran jî PDK Îranê hin hilbijarin weke gerra yekem a Meclisê û hilbijartina “Meclisa Xibrigan” tehrîm nekir û heya nûnerên Kurdan deng jî anîn. Eva weke wê bû ku ger derî bigrin di pencereyê de here hundir ku bide eyankirin nîzama han naxwaze tev me bisaziyêt û naxwaaze di sîstema desthilata Îranê de rikeberî hebe.

Di hin wan guhertinên hizrî di Îranê de bi taybetî ji hevcudabûna tayên desthilatê, guman tune ye ku bi qazancê xelkê de ye û xelik vê carê pêtir di tehrîma hilbijartinê de çalak dibin. Ger xelik li jêr givaşên rejîmê de hincaran bêdeng in, lê nerazane û berdewam di hewla xwerizgarkrinê de ne. Di wir de renge di nava hêzên opozîsyûnê de jî yek pilatform nebe, lê yekdengî heye û wekhevî di daxuyaniyên tehrîmkirina hilbijartinan de ji aliyê her yek ji aliyên oipozîsyûnê de dixuye.

Pêşbîniya min ev e ku tehrîma wê carê dê pirr rengtir be, di vê tirs û nigeraniya ku di nava desthilatdarên rejîmê de jî heye, dixuye ku tehrîm dê berfirehtir be.

K\media: siyaseta Rejîma Îranê hertim li hember gelê Kurd de tepeserî û givaş bûne, lê di deverên din ên Îranê de heya gerra 10’ê a hilbijartinên Serokkomariyê bi wî awayî tepeserî û givaş li ser xelkê tune bû. Niha ku netewên din ên Îranê heta fars jî gihîştine akam 30 salan berî niha a ku Kurdan, wuha hizrek çiqas dikare li ser tehrîma hilbijartinên Meclisa Îranê bi bandor be?


R. Cehangîrî: Çima tepeserî tune bûye? Di deverên din ên Îranê de jî hertim givaş û tepeserî hebûne, lê li ser tayên ser bi desthialtê tunebûne. Eva raste ku piştî hilbijartina gerra 10’ê a Serokkomariyê nih nerazîtî çêbûn û tepeserî û destbiserkirin û îşkence di deverên din bi taybetî Tehranê de pêk hatin, lê eva di demekê de bûn ku aliyên beşdar di desthilata rejîma Îranê de bo cara yekemîn zulm li ser xwe didîtin û di hin cihan de berxwe dan û hatin tepeserkririn. Lê meşa tepeseriyan di dirêjahiya dîroka Komara Îslamî de li ser nerazî û dijberan her hebûye, ku berçavtirîn ji wan li Kurdistanê bûye. Lê dîsan jî jihev dûrketina tayên ser bi desthilatê û tunekirina rikeberan ji aliyê binajoxwazên rejîmê ve, dikare bi awyekê di berjewendiya tehrîma hilbijatinê de be, herçend bi nav reformxwazên Komara Îslamnî ev helbijatine tehrîm nekirine, lê bas li beşdarî nekirinê kirine. Û hin aliyên din ku di nava opozîsyûna seranserî û heta Kurdî de jî bi xweşbînîve di hilbijartinan de beşdarî dikirin, wê carê gişt wan bi çepera tehrîmnan ve zêde bûne, guman tuen ye ku dê bandorek erênî li ser çalakbûna tehrîman hebe.

K\media: Heya niha hevkariya navbera hêzên opozîsyûnê bo çalaktirkirina tehrîmê çawa pêşve diçe?

R. Cehangîrî: Mixabin her weke me got, eniyek yekgirtî di nava opozîsyûnê de bi daxuyaniyek hevpar tunebûye, lê dengên wan gaziyan ji bo tehrîma hilbijatinê wek hev e û mirov dikare bêje yekdengî heye û ev yekdengî jî xalek enrênî ye û hêviyekê dibexşe xelkê, û di pêwendiyan de jî berdewam bas ji hebûna yekdengiyê ji bo tehrîmê hebe, lê pirsgirêkek mezin ev e ku opozîsyûna Kurdên Îranê di wan çend salên dawî de ji hev veqetiyan û niha ew aliyên ji hevcudabûyî pêwendî bi hevre ninin ku pêtir bas ji hevkariyek bihêz bihê kirin, lê dîsan jî bi cuda cuda pêwendî hene û basên çalakbûna tehrîman di nava opozîsyûna sernaserî û bi taygbetî Kurdî de pirr çalak e û di vê navberê de jî PDK Îranê ji bo vê yekdengiyê hewl daye ku girîntirîn û çalaktirîn rol bilîze.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 314 Dî wê hejmarê de:

-Erdheja siyasî
-Şikesta Kerkûkê dawiya rê nine!
-Pêşmercê serkevtinê, yekrêzî û pêkvebûn e