Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamek ciwan yê PDK Îranê li bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da

16:03 - 14 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Endamek PDK Îranê bi sedema bûyerek dilêş di temenê 24 saliyê de li bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, demjimêr 5’ê Êwara roja 12’ê Nîsana 2012’an, endamek PDK Îranê bi navê “Kemal Ehmedî” kurê “Kerîm” xelkê gundê “Nelîwan”a ser bi bajarê Şinoyê bi sedema rûyera hat û çûyê li ser riya gundê “Gurgawê” di temenê 24 saliyê de canê xwe ji dest da.

Termê navbirî di nava xulyaqeta xelkê de li guristana bajarê Şinoyê hat veşartin.

PDK Îranê sersaxiyê dide malbat, kes û kar û nasyarên wî û xwe bi hevalê xem û kedera wan dizane.

Riha wî şad