Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina dezgehên mahwareyî li devera Urmiyê

16:48 - 14 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê di du gundên devera Urmiyê bi navên “Nenas” û “Zêwe” dest bi ser dezgehên mahwareyî ên xelkê de girtin.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîma Îranê bi armanca komkirina dezgehên mahwareyî bi ser malên xelkê de girtin û bi bê hurmetîkirn ve li devera Dolê a Urmiyê li gundên “Nenas” û “Zêwe” dest bi ser mahwareyên xelkê de girtin.

Di çend salên derbasbûyî de komkirina dezgehên mahwareyî ên xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve tên komkirin û bi taybetî piştî anîne serkar a Ehmedînijad ew pêvajo xurttir bûye.