Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pişikdarîya Şandeke PDK Îranê di kombûna Şivra maf ê Mirov a rêkxistina Netewên yekgirtî

18:50 - 1 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: berwa 7 û 8’ê Çirîya Paşîn pêncemîn civîna kêm Neteweyan li şivra Mafê Mirov a Rêkxistina Netewên hevgirtî li bajarê Jinivê birêve çû.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, li civîna han de bi pişkdarîya şandekî PDK Îranê bi serperestîya Luqman Ehmedî, Endamê Komîteya Navendî û berpirsyarê pêywendîyên derveyî welêt, Pirsa kêm Neteweyan û Neteweyên cûdayê Cîhanê ji alîyê wan Rêkxistinên kû nûneratîya Netewên cûda dike hate ber bas û lêkolîn.
nûnerê PDK Îranê di civîna han de, gotarek pêşkeş kir û di gotarê de li ser rewşa Mafê Mirov li Kurdistana Îranê û ew herêmên kû Netewên zûlm jêkirî têde akincî ne basek pêşkeş kir.
Deqa gotara Luqman Ehmedî Serperestê Şanda PDKÎ di civîna UN ê:
Li destpêkê de em pêşwazîyê li pesend kirina biryar nameya Civata Giştî a UN ê di Derheq pêpeskirina Mafê Mirov li Îranê dikim. Me hîwa dixwast kû bi dîtina vê rastîyê kû Gelên Îranê ji alîyê rejîma Îslamîya Îranê zûrtirîn zûlim ji wan tê kirin, biryarnameya han pêdagirî li ser rewşa wan kiriba.
Îran bi dom kirina sîyaseta tepeser kirnê û bi kar anîna zêde a zext û guwaşê li derheq çalakvanên sîyasî di kurdistana Îranê û herêmên din ê Îranê kû Netewên ne Faris têde dijîn, dibete pêş.
Kurd, Ereb, Belûç, Turkmen, Azerî û kêmanîyên Olî wek Cihû, Kirîstîyan, Yarsan û Zerdeştî di Îranê de li gel tepeserîyê rûbirûne û ji alîyê hêzên Komara Îslamîya Îranê rojane di gel zaxt û guwaşê rûbirûne.

her wisa girtin û zîndanî kirina Çalakvanên sîyasî û cûda hizran li Îranê zêde bûye. Hûkmê li sêdare danê bi berdewamî li ser çalakvanên Kurd tê sepandin. Hereşe li ser çalakvanên Kurd, Ereb û Belûç û her wisa Nivîskaran, Rojnamevanan, Derhêneran, Çalakvanên Sazîyên Sivîl û berevanên Mafê Mirov tiştekî rojane ye. serbarî wan hemû zext û tepeser kirinê, bi deyan girtîyên Sîyasî yên Kurd hûkimê li darvekirinê bi ser wande hatîye sepandin. Kû piranîyan bi sûçê dijberî di gel Xwedê )Moharibe) hatine mehkûm kirin û ewa di çaxekê deye kû xebatên wan zêdetir dijberî li gel zext û guwaşa derheq bi gelê Kurd bûye. Rejîma Îslamîya Îranê berdewam benda 188a Yasaya xwe dij bi hevadar, endamên Partîyên Kurdî bikar dine û bi wî awayî wan bi Kafir li qelem dide, kû sizayê tawana han di Îranê de darwekirine.
Her wiha rewşa saxlemî a Mihemd Sedîq Kebûdwend, berpirsê Rêkxistina Mafê Mirov a Kurdistanê ber bi xirabîyê dice û rejîma Îranê rê nade kû çareserîya hevce bo bihê kirin
Rejîma Îslamîya Îranê dibe niha û bê danîna tu şert û mercekê Kebûdwen û girtîyên din kû bervanîyê ji Mafê Mirov,Jinan û Mafê Netewên Îranî dikin, serbest berde. Girtin û zîndanî kirina wan çalakvanan li dijî Benda 19ê a rêkewtina navneteweyî li derheq Mafên Sivîl û Sîyasî ye kû rejîma Îranê wajû kiriîye.
daxwazê ji UN ê dikin kû guwaşê bo rejîma Îranê bîne jibo cîbicî kirina wan xwestikane:

_ Xelas kirina reftara xirab li gel Jin û Zarokan di li Zîndanan

_ ragirtina girtina çalakvanên Kurd,Beloç û Ereb

_ ragirtina li sêdaredan Çalakvanên Sîyasî

_ Îran dibe kû êerkê xwe li derheq Benda 19an a rêkewtina navdewletî derheq bi Mafên Medenî û Sîyasî bicî bine û bi zûyî hemû girtîyên Sîyasî bi bê tu şertekê Azad bike.