Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî PDK Î li bajarê Sinê de koça dawiyê kir

18:56 - 9 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Bavê “Omer Ehmedî” pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Sinê li temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.
Ligor zaniyariyên gihiştî bi malpera Kurdistanmedia’ê, li roja 7’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, “Hacî Baqir Ehmedî” bavê pêşmergeyekî PDK Îranê û xelkê gundê ”Hûye”a ser bi devera “Jawaro” a Merîwanê bi sedema nexweşiyê li temen 79 saliyê de koça dawiyê kir.
Hacî baqir kesekî xweşnav û cihê baweriya xelkê devera Jawaro bû.
PDK Îranê serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên malbata Omer Ehmedî dike û xwe di xem û kesera wan de beşdar dizane.

Riha wî şad be