Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyerek hat û çûyê li bajarê Sinê can ji destdan û birîndarbûna sê kesan jê kevt

21:02 - 15 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Seba bûyerek hat û çûyê di cadeya Merîwan – Sinê de li sêriya gundê “Lengerêz”, hevwelatiyekê canê xwe ji dest da û duyên din jî bi giranî birîndar bûn.

Sedemên bûyerên ku di cadeya Lengerêz ku bi cadeya mirinê hatiye naskirin, ev in: Teskiya cadeyê, qerebalixî, hat û çoya turumbêlên mezin û giran ên barhelgir û nebûna hêmayên agehdariyê li qeraxên cadeyê.

Heyamê 10 salan e biryar hatiye sitandin ku cadeya han bihê nûjenkirin, lê heya niha navendên pêwendîdar tu bersivek di vê derheqê de nedane.