Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Emê ji tehrîmxistine ser Îranê berdewam bin

17:10 - 17 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Dewleta Amerîkayê tevî dan û sitandinên 5+1 tev rejîma Îranê, pêvajoya tehrîman li dijî rejîma han berdewam dike.

Li gor nûçegihaniya “BBC” Hîlarî Kilînton Wezîra Kar û Barên Derve ya Amerîkayê di got û bêjekê tev rojnamevanekê de gotiye: Di halekê de ku rejîmna Îranê xwe ji bo dan û sitandinên gerra duyem li Bexadayê amade dike, Amerîka ji tehrîmxistine ser rejîma Îranê berdewam e.

Navbiriyê ragihand ku erkê sereke ji sitûyê rejîma Îranê ye ku li ser dan û sitandinên bernameya navikî a xwe pêdagir be. Herweha got ku li hember her kiryarek rejîma Îranê de emê dijkiryarê ji xwe nîşan bidin.

Ev gotinên Kilîntonê bersivek bû bo Wezîrê rejîma Îslamî a Îranê bûne ku gotibû: Ger rojava gavên erênî hilbîne, Îran jî ji çareseriya bilez a bernameya navikî a xwe bileztir dibe.

Dewleta Amerîkayê gotiye ku xêncî Îranê tu aliyekê bas ji nehiştina tehrîman nekiriye.

Piştî gerra yekemîn a dan û sitandnên li ser bernameya navikî a rejîmê, Serokwezîrê Îsraîlê ragihandibû ku demê 5 heftiyan ji Îranê re xelat e ku girûpa 5+1 jêre qebûl kiriye.

Gerra duyem a dan û sitandinên li ser bernameya navikî a rejîma Îranê birryar ev e ku berwar 23’ê Gulana 2012’an li Bexdayê bihên lidarxistin.