Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyniya Deftera Siyasî a PDK Îranê, seba terorkirina sê çalakên siyasî ên Kurd

13:51 - 12 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: PDK Îranê di daxuyaniyekê de terorkirina çalakên siyasî ên Kurd li bajarê Parîsl de şermezar kir.

Deqê daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Li gorî wan nûçeyên ku ji Parîsê bilav bûne, şeva Çarşemiyê 20’ê Befranbara 1391’an a Rojî (09.01.2013) sê xûşkên Kurd bi navên Sakîne Cansêz, Vîdan Doxan û Leyla Soylemez, kurdên Kurdistana Turkiyê ku xwediyê rabihuriya tekoşîna siyasî û mafxwaziyê bûn, li bajarê Parîsa paytextê Firansayê bûne armanca êrîşeke terorîstî, û bi gulleyan canê wan jê hate sitandin û sibêdehiya roja pêncşemiyê 21’ê Befranbarê termê qurbaniyên vê terorê hate dîtin.

Deftera Siyasî PDKÎ tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî nerehetiya xwe derheq vê bûyera dilêş radigehîne û hevderdiyê di gel malbat û kes û kar û hevalên wan qurbaniyan dike, û hêvîdare ku Wezareta Navxwe û demûdezgehên têkildar ên Polîsê Firansayê her wek ragehandine, bi awayekî micid şûnpiyê terorîstan hilgirin û wan radestî dadgehê bikin û wan bi bîrûraya giştî a cîhanê bidin nasandin.


Partiya Demokrat a Kurdistana Îran
Deftera Siyasî
22.10.1391
11.01.2013