Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sala derbasbûyî de 1671 çalakên warên cur bi cur hatine destbiserkirin

00:10 - 20 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Nûçegihaniya “Hirana” ragihand ku di sala derbasbûyî de 1671 çalak destbiser bûne, û amara destbiserkiriyan di Îranê zêde bûye.

Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan li Îranê, di sala 1390’an a Rojî, hêzên ewlekariyê ên rejîma Îranê 106 çalakên sinfî, 692 çalakên netewî, 290 çalakên kêmaniyên mesebî, 356 çalak di qada hizr û raderbirînê de, 52 xwendekar, 7 çalakên jin, 120 çalakên çandî, 45 çalakên kedkariyê û 3 zarok destbiser kirine.

Li gor rapora han destbiserkiriyên sala 1390’an di berhevdan tev sala 1389’an a Rojî, 3 ji sedî zêde bûne.

Di nava destbiserkiriyên sala 1390’an a Rojî de, 54 ji sedî sinfî, 62 ji sedî çandî, 35 ji sedî netewî, 14 ji sedî jinan û 100 ji sedî zarok, heryek di bazneya xwe de zêde kirine.

Di vê raporê de hatiye ku ji gişt wan 1671 destbiserkiriyan ji aliyê hêzên Ewlehî ve di sala derbasbûyî de, 1010 kes bi awayên cuda cuda û 661 kes jî bi awayê bikom yan bibê eşkerebûna nasnameya wan hatine destbiserkirin.