Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hacî Emînaxa Zerza, kesayetiyê xweşnav yê devera Şinoyê koça dawiyê kir

00:33 - 20 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Kesayetiyek navdar û xweştevî li devera Şinoyê seba pîriyê koça dawiyê kir.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 16’ê Nîsana 2012’an, “Hacî Emînaxa Zerza” kurê “Mûsaxanê Zerza” kesayetiyê navdarê gundê “Sîngan”a Şinoyî di temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir.
Hacî Emîn yek ji kesayetiyên naskirî yê bajarê Şinoyê bo û ew xweşteviyê xelkê bû û rejîma îslamî a Îranê di wan dawiyane de givaşek zaf weke Serok Hozê Zerza ji bo hilgirtina ceka rejîmê xist ser navbirî, lê “Hacî Emîn” tucar amade nebû ku bi karê han pişt ji netewa xwe bike.

Termê xwedê jêrazî di nava xulyaqeta xelkê devera Şinoyê de li goristana “Feqê Şalî” hat veşartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbata Hacî Emîn û xwe di xem û kedera wan de beşdar dizane.
Riha wî şad