Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakên mafên zarokan li hember hiloşandina parkên zarokan li Nexe, doz vekirin

16:52 - 21 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Çalakên mafên zarokan li bajarê Nexede seba hiloşandina parka zarokan ya wî bajarî, li Fermandariya bajarê Nexede doz vekirine.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Şaredarî û Şêvra bajarê Nexede, îzna hiloşandin û tevlîhevkirina “Xaneya Sawayan” li parka “Mielim” li gereka “Sindos”ê daye.

Hiloşandin û guhertina awayê mifahsitandin ji parkên sawayan a “Mielim” bûye seba nerazîtiya çalakên mafên zarokan û hevwelatiyên bajarê Nexedê, û berpirsên rejîmê yek ji sedemên sereke ên wan guhertinan in. Berpirsên rejîmê îzna çêkirina melewangehekê di cihê parka sawayan a wî bajarî daye.

Herweha di du salên derbaqsbûyî de îzin bi sipaya Pasdaran a rejîma Îranê li Nexede hat dayîn ku parka gereka “Bêhdaşt Hejmar 2”a wî bajarî hiloşîne û di cih de “Navenda Besîc a Sarulla, Başûr Şar” tê de damezrînin.

Hiloşana parkên bajarê Nexede bûye seba nigeraniya hevwelatiyan û çalakên mafên zarokan ên wî bajarî, lewma doza xwe ji bo Fermandariya bajarê Nexede birêkirine, lê heya niha tu bersivek ji wan re nehatiye dayîn.