Kurdistanmedia: Heyetek Komîteya PDK Îran – Amerîkayê di cejna sersala nû a Êzidiyan li Amerîkayê beşdar bû
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwear 18’ê Nîsana 2012’an rê û resmek bi boneya sala nû a Êzidiyan, ji aliyê Komîteya Kurdên Êzidî û bi hevkariya nûneratiya Herêma Kurdistanê li deftera nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşîngtonê birêve çû.
Destpêka rê û resmê birêz “Dexîl Şemo” çend peyvek sebaret bi Kurdên Êzidî û kultûr, dab û nerîta wan pêşkêş kir.
Piştre birêz “Qubad Talebanî” Berpirsê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîlkayê peyvek kurt pêşkêş kir.
Di rê û resma han de komek alî û kesayetiyên siyasî ên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
Heyetek PDK Îranê ku bi fermî hatibû gazîkirin, bi serperestiya birêz Cemal Ebdullazade” Berpirsê Komîteya PDK Îranê li Amerîkayê di rê û resma han de beşdarî kir.