Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arîşeyên navbera Îran, Turkiye û Îraqê de kûrtir dibin

14:25 - 23 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Receb Teyib Erdoxan” Serokwezîrê Turkiyê Nûnrî Malikî bi hewldan ji bo peydakirina nifûza xwe li deverê de tawanbar kir û li ser pirsa Sûriyê jî tev rejîma Îranê pirsgirêk heye.

Li gor nûçegihaniya “Royterz”ê, Erdoxan di got û bêjek televîzyonî de ew yek red kir ku hewl dabe di navbera tayfe û neteweyên Îraqê bi taybetî Şî’e û Sunnî û Kurdan de çend berekiyê çêke, tometa ku Nûrî Maliokî bi wî dabûn.

Roja Pêncşemiya derbasbûyî Erdoxan. Malikî bi hewlên peydakirina nifûza xwe di riya şerrê devkî di navbera Turkiyê û Îraqê de tawanbar kir û vê yekê jî arîşeyên navbera Turkiyê û Îraqê zêde bûne, heya wî qasî ku Nûrî Malikî Erdoxan weke dujmin binav kir.

Erdoxan got ku ger ez bersiva Malikî bidim, ji wî re derfetek e, lê tu sedem tune ye ku ez derfeta bidest xistina nifûzê di deverê de bidim Malikî.

Axaftinên Erdoxan di demekê de bûn ku Nûrî Malikî sefera Îranê kiribû û tev Ehmedînijad hevdîtin pêkanîn û Ehmedînijad pêwendiyên navbera Îran û Îraqê de bi taybet û bêmînak dan zanîn.

Ji aliyek din ve arîşeyên navbera rejîma Îranê û Turkiyê jî piştî seredana Erdoxan ku li ser pirsa Sûriyê tev desthilatdarên rejîma Îranê cudahiya boçûnan hebûn û hizrên wan di vê derheqê de li dijî hev derketin.

Turkiye yek ji nêzîktirîn hevpeymanên Îraqê bûye û piştî Almaniya mezintirîn hevalbendê ticarî yê Îraqê ye ku sala derbasbûyî rêjeya sermiyeya navbera wan du welatan gihîşt 12 milyard Dolaran.

Erdoxan piştî ku tev Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdıstanê hevdîtin pêkanîn û piştre tev Tariq Haşimî ku bi pîlandarêjê terorkirina Malikî hatiye tawanbarkirin û li Îraqê reviye û nemaye, hevdîtin pêanîn.

Wezareta Derve a Turkiyê di daxuyaniyekê de pirsa Hundir a Îraqê bi siyasî da zanîn û got ku rêberên Îraqê dixwazin hevdu tune bikin û cihê xwe di desthilatê de qahîmtir bikin û herweha gotiye ku ew ji pêrewiya siyasetên demokratîk dûriyê dikin.

Erdoxa di hevdîtina tev barzanî de hişyarî da ku di dema şerrê tayfeyî di Îraqlê de, Turkiyê bêdeng namîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend rojan berî niha ji bo nîqaşkirin li ser hin pirsên taybet seredana Turkiyê kiribû û hevdem Nûrî Malikî jî seredana Îranê kirbû.