Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Burhan Xelyûn: Îranî li cihê Esed xwe bi aliyê şerr di Sûriyê de dizanin

22:58 - 23 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Burhan Xelyûn Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê piştrast kir ku kuştin di Sûriyê de bi piştîvaniya Îranê û çavdêriya Rûsiyê dihên encamdan.

Li gor nûçegihaniya “El Erebiye”, Xelyûn di hevdîtinekê de tev Mihemed Emro Wezîrê Dereve yê Misrê got ku Îranî xwe weke aliyê şer di sûriyê de dihesibînin û ji wan waye ku arîşeyên wî welatî pêwendî bi wan ve heye û xwe ji cihê beşar Esed dadinên.

Navbirî got ku ger piştevaniya Îranê û Çavdêriya Rûsiyê neba, rejîma Beşar Esed nediwêra wê komkujiyê birê bixe. Herweha Xelyûn got ku Îran dixwaze bibe hêza deverê û Sûriyê sekoya wê yekê dide Îranê ku wî rolî bilîze.

Navbirî ji berpirsên rejîma Îranê xwast ku xwe ji pirsa Sûriyê vekşînin heya ku di pêşerojê de perjewendiya xwe di wî welatî de biparêzin.

Burhan Xelyûn got: Ez dixwazim xelkê Sûriyê ku tûşî karesatek mezin bûye, têbigîjin ku cîhana Ereb û bi taybetî Misr piştevanê şoreşa wan e û di dema beşdarî di gellaleya Kofî Enan de welatên Ereb li pişt wan in û xelkê Sûriyê li hember nîzamê bi tenê nahêlin.