Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewl dide seyrangehên Kurdistanê jinav bibe

15:52 - 24 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: rejîma îslamî a Îranê ji tirsa berfirehbûna seyran û cejnên netewî ên gelê Kurd, hewil dide seyrangehên Kurdiostanê jinav bibe.

Li gor nûçeyê gihîştî malêpera Kurdiatanmedia, rejîma Îranê di pîlanek qirêj de dixwaze seyrangeha mezin a “Deşta Bêlû” li bajarê Merîwanê di riya kesek sermiyedar yê xelkê Meşedê ve bikrre û bike “Şehreka Senietî”, eva di halekê de ye ku Merîwanê deştên mezin û berîn ji bo ewan pirojeyan hene.

Rejîm ji destpêka şoreşek nû û xebatek sivîl di seyrangehên Kurdistanê de ditirse, her weke cejna hêja yan newroza îsal di pirraniya bajarên Rojhilata Kurditanê de ku yek ji wan di seyrangeha “Bêlû” a bajarê Merîwanê de bû ku rejîm bi pêşgirî ji pêtir berfirehbûn û nîşandana sembolê netewî li bajarê Merîwanê de pîlan darêtiye ku wê seyraneghê bi hêceta avakirina “Şehreka Senietî” jinav bibe.

Çend salan berî niha jî Sipaha Psdaran dixwest wê seyraneghê bikrre ku berbi rûyê dijkiryara xelkê Merîwanê bûye ve û ew pîlana rejîmê hat pûçkirin.