Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kofî Enan: Komkujiyên di Sûriyê de nahên pejirandin\\ 60 kuştî di rojekê de

16:50 - 25 Nîsan 2012


Kurdistanmedia: Tevî hewlên berdewam ji aliyê civaka cîhanî û welatên Erebî bi taybetî di riya Kofî Enan şandiyê “NY” û “Yekîtiya Ereban” ve, komkujî li Sûriyê berdewam in û duh 60 kes li Hemma û Edlebê hatine kuştin.


Kofî Enan dibêje, tevî biryara agirbestê rejîma Sûriyê ji kuştina neraziyên wî welatî berdewam. Navbirî amaje dike ku rejîma Sûriyê bi awayek taybetî kesên ku pêwendî bi çavdêran ve dikin dikuje.
Navbirî du heftiyan piştî serdana xwe bo Sûriyê dibêje: Rewşa Sûriyê bi tewayî berevajiyan xwasta civaka cîhanî ye.
Saziya “Netewên Yekbûyî” dibêje, di heyamê salek nerazîtiyên xelkê Sûriyê de pêtirî 9 hezar kes hatine kuştin û opozîsyûna Sûriyê jî bas ji kuştina pêtirî 12 hezar kesan dike. Lê rejîma Sûriyê dibêje heya niha 3 hezar û 838 kes hatine kuştin ku ji wan 2 û 493 kes xelkê sivîl bûne û kuştiyên din jî hêzên eskerî û ewlekariyê bûne.