Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazîkirina çalakên kedkariyê bo Îdareya Îtilaatê

14:54 - 26 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Di nêzîkatiyên roja cîhanî a kedkaran de, givaş bo ser çalakên kedkariyê di Îranê de zêde bûye û çalakên kedkariyê bo îdareya Îtilaatê dihên gazîkirin.


Li gor rapora Komîteya Hevahengî a Hevkarîkirin Bo Avakirina Pêkhateyên Kedkariyê”, roja Sêşemî. Berwar 24’ê Nîsana 2012’an, çalakkek kedkariyê bi navê “Umer Şakirî”, bo îdareya Îtilaatê hat gazîkirin.
“Umer Şakirî” du demjimêran di îdareya Îtilaatê de hat ragirtin û pêre hatiye gotin ku birêvebirina her rê û resmekê bi boneya 1’ê Gulanê roja cîhanî a kedkaran dê berbi rûyê dijkiryaran bibin.
Di vê pêwendiyê de herweha çalakek din yê kedkariyê bi navê Husên Muradî ji aliyê Îtilaatê ve hatiye gazîkirin ku roja Sêşemî li Îdareya Îtilaatê de amade be.
Li gor rapora raporterên mafên mirovan, çalakek din yê kedkariyê bi navê “Mehmûd Salihî”, ji aliyê îdareya Îtilaata bajarê Seqizê ve du caran bi telefonê hatiye gazîkirin. Herweha navbirî ragihandiye ku tûşî tu tawanekê nebûye û bi hewce nizane ku serdana îdareya Îtilaatê bike.
“Mehmûd Salihî” heya niha çendîn car ji aliyê, hêzên ewlekariyê ên bajarê Seqizê ve hatiye destbiserkirin.