Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa du hevwelatiyên Mehabadê nerohn e

16:11 - 26 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Çarenivîsa “Eyûb Husênzade” û “Seîd Xizrî”, du hevwelatiyên bajarê Mehabadê piştî 13 rojan destbiserkirinê hêj nerohn e.


Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan a Îranê, ji rewşa du hevwelatiyên Kurd bi navên “Teyûb Husênzade” û “Seîd Xizrî”, xelkên devera Baxê Şaygan yê Mehabadê ku li berwar 12’ê Nîsana 2012’an ji aliyê îdareya Îtilaata rejîma Îranê ve hatibûn destbiserkirin, piştî derbasbûna 13 rojan tu zanyariyek di berdest de nine .
Ew du hevwelatiyên Kurd di cihê karê xwe de ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibûn destbiserkirin.
Nerohniya çarenivîsa girtiyên Kurd di halekê de ye ku li gor madeya 37’a Konvansyona mafên girtiyan, girtiyan îzna pêwendîgirtin tev malbat û dostên xwe di heyamek diyarîkirî de heye. Pêwendiya han bi nivîskî, telefon yan jî hevdîtin di girtîgehê de hatiye amajekirin.