Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Komîteya PDK Îranê – Amerîka di semînara BDP li Waşîngtonê

15:40 - 29 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Komîteya PDK Îranê li Amerîka beşdarî di semînara rêberên BDP de kir û hevdîtin tev rêberên wê partiyê pêk anîn.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, êwara roja Sêşemî berwar 24’ê Nîsana 2012’an, bi beşdariya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û amadebûna hejmarek rojnamevanên Kurd û biyanî, civînek bo heyeta rêberên BDP li Waşîngtonê pêk hat.
Di civîna han de birêz “Ehmed Turk” di warê sefera xwe de axaftinek kir û keyfxweşiya xwe li hember geşekirina hesta netewî di nava Kurdan de nîşan da û hêvî xwast ku pêkhatina kongireya netewî di pêşerojê de ji rêkxistina gotara Kurd de bandor hebe.
Heyeta PDK Îranê di vê semînarê de beşdar bû û li ser rewşa Kurdên Îranê û rewşa siyasî a deverê dan û sitandin kirin.

Heyeta BDP pêkhatî ji birêzamn “Selahedîn Demîrtaş”, “Gûlten Keşenak”, “Ehmed Turk” û “Nazim Gurpek” sipasiya beşdariya çalakane a endamên PDK Îranê di civîna han de kirin û herweha xebata PDK Îranê di pêxema bidestxistina mafên gelê Kurd de bilind nirxandin.