Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê çavdêrên navnetewî li Sûriyê ye

15:22 - 30 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: General “Robêrt Mûd”, ku berpisatiya çavdêrên navnetewî li Sûriyê ji sitûyê wî ye, berwar 29’ê Nîsana 2012’an gihîşt Sûriyê.


General “Mûd” ku ji aliyê “Ban Kî Mon” ve bo Sûriyê hatiye şandin, piştî ku gihîşt Dîmeşqê daxwaz li “Beşar Esed” û dijberan kir ku dawî bi tund û tûjiyan bînin.
Berpirsê çavdêrên saziya “NY” got: 30 çavdêr, 300 çavdêr yan hezar çavdêr navnetewî jî nikarin gişt aloziyên Sûriyê çareser bikin.
Navbirî xwazyarê hevkariya gişt alî bû ku gelaleya navnetewî a aşitiyê birêve here.
Di hemen dem de çalakên Sûrî ragihandin, roja Yekşemî berwar 28’ê Nîsana 2012’an, aliyê kim 25 hevwelatî bi destên hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Di navbera rejîma Sûriyê û dijberan de roja 12’ê Nîsana 2012’an destpê kir, lê piştî derbasbûna çend heftiyan pevçûn di deverên cur bi cur ên Sûriyê de berdewam e.
Tevî berfirehbûna tund û tûjiyan di Sûriyê de, gelaleya agirbest hêj jî ji aliyê civaka navnetewî dihê piştevanîkirin.
Saziya “NY” dibêje: Di destpêka rabûna xelkê Sûriyê de heya niha, pêtirî 9 hezar kesan bi destên hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin, amara ku opozîsyona Sûriyê dibêje pêtirî 12 hezar kesan ji aliyê rejîma Esed ve hatine kuştin.