Kurdistanmedia: Şeva derbasbûyî çendîn kolberên devera Newsûdê ketin kemîna hêzên întizamî ên rejîma Îranê û alavên wan hatin zewtkirin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, şeva 1’ê Gulana 2012’an, li cihekê bi navê “Qelaga” li devera Newsûdê piştî ku hejmarek kolberên Kurd ketin kemîna hêzên Întizamî ên rejîmê û gişt alavên wan ji aliyê nîzamiyan ve hatin zewtkirin.
Bi gotina şahidhalekê xelkê gundên wê deverê bi dengê teqeya hêzên rejîmê xwe gîjandin cihê bûyerê, lê bi kombûna xelkê, teqeyên hewayî ên hêzên Întizamî ji bo tirsandina xelkê pirr zêde bû.
Di vê bûyerê de tu xesarek canî tune bû.
Di bûyerên wuha de ku kolberên Kurd dikevin kemînên hêzên rejîmê, bi teqeya rasterast a wan hêzan canê kolberan dihê standin.