Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên Serdeştê bi îdamê hatin mehkûmkirin

22:08 - 2 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dadgeha Şoreş a Mehabadê du hevwelatiyên bajarê Serdeştê bi tometa “miharibe” di riya hevkarî tev yek ji partiyên Kurdî ên dijberî rejîmê bi îdamê mehkûm kirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Hirana”, “Sîrwan Nijawî” û “Îbrahîm Îsapûr” du kes ji xelkên gundek Serdeştê di Tîrmeha sala derbasbûyî de ji aliyê meimûrên Ewlekariyê ên rejîmê ve hjatin destbiserkirin û di berwar 10’ê Nîsana 2012’an de ji aliyê taya Yek a dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi îdamê hatin mehkûmkirin.
Tometên wan du hevwelatiyan “miharibe” di riya hevkarî tev partiyên Kurdî ên dijberî rejîmê hatiye ragihandin û di wan dawiyane de di girtîgeha Mehabadê bo girtîgeha Urmiyê hatine veguheztin.