Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî kuştina 4 kolberan, pevçûn dinavbera hêzên rejîmê de

20:46 - 3 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Piştî ku hêzên Întizamî ên rejîma Îranê 4 kolber kuştin, di nav xwe de pevçûn û 4 kes ji hev kuştin û 3 jî birîndar kirin.


Li gor nûçegihaniya “Kurdpa”, îro Pêncşemî berwar 3’ê Gulana 2012’an, hêzên nîzamî ên rejîma Îranê ên cighîr li gundê “Şêx Sor” yê ser bi bajarê Serdeştê, hejmarek kolber û kasibkarên ser sînor kirin armanca destrêja xwe û di encam de 4 kasibkaran canê xwe ji dest dan.
Li gor çavkaniyê yek ji eskerên Îranê li hember kuştina kolberan helwest girtiye û ev yek jî bûye seba pevûn di navbera hêzên nîzamî ên rejîmê de 4 kes ji hev kuştine û 3 jî binîndar kirin.
Li gor malpera han li zarê şahidhalekê ve, xelkê gundê “Maraxan û Şêx Sor” li hember kuştina wan kolberan nerazîtî nîşan dane û rewşa deverê jî nenormal e.