Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek siyasî yê Kurd bi îdamê hat mehkûmkirin

16:21 - 4 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Girtiyek siyasî yê Kurd bi tometa hevkarî tev partiyek dijberî rejîma Îranê û “dijayetî li gel xwedê” bi îdamê hat mehkûmkirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Hirana”, girtiyek siyasî yê Kurd bi navê “Hoşeng Rezayî” ku di wan dawiyane de bo benda 350 a girtîgeha Êvînê hatiye veguheztin, ji aliyê taya 28’a dadgeha Şoreş a bajarê Tehranê bi îdamê hat mehkûmkirin.
Li gor çavkaniyê, girtiyê han di sala 2010’an de li Kurdistanê hatiye destbiserkirin û piştre radestî girtîgehê hatiye kirin.
Navbirî di du salên derbasbûyî de ji destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin tev malbata xwe bêpar bûye.
Rewşa cismanî ya “Hoşeng” bi taybetî ji hêla dev û didan ve nebaş e, lê berpirsên pêwendîdar ên girtîgehê ji pêragihîştina pijîşkî xwe parastine.
Hevdem tev destbiserkirina “Hoşeng”, kurapê wî bi navê “Seîd Rezayî” jî bi tometa veşartina navbirî hatiye destbiserkirin û hukmê salekê hepsê bi ser de hatiye sepandin.
Di heftiya derbasbûyî de 3 girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê dezgehên Qezayî yê rejîmê ve bi îdamê hatine mehkûmkirin.
Li gor rapora han di vî hukmê de çendîn bendên yasayî ên carrnameya gerdûnî a mafên sivîl û siyasî, madeya daxuyaniya cîhanî a mafên mirovan û herweha benda 2’a madeya 1 li pirotokola îxtiyarî a carrnameya gerdûnî a mafên sivîl bi armanca hiloşana cezaya mirinê ji aliyê dezgehên qezayî ên rejîmê ve hatine binpêkirin.