Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

14:45 - 5 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê daxuyaniyek li hember hukmê li sêdaredana girtiyên siyasî ên Kurd belav kir.


Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:
Debîrxaneya Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê:
Vijdanên zindî bo rizgarkirina canê çalakên Kurd ên mehkûmkirî bi îdamê, berpirsane riftarê bikin
Çalakên Kurd ên mehkûmkirî bi sêdare di gitîgehên Sine, Tehran, Urmiye û bajarên din, di rewşek nebaş hukmên xwe derbas dikin, di vê navberê de rewşa cismanî a “Şêrko Muarifî” ku gireva birçîbûnê girtibû û herweha rwşa “Hebîbûlla Gulperîpûr” ku di girtîgeha Sinê de ye, nigeraniya me çend qat dike.
Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê, tevî nîşandana nerazîtî li hember awayê mehkeme û derkirina hukmê sêdare û herweha bi baldan bi vê yekê ku berpirsên qezayî tu awirekê ji nerazîtî û rexneyên çalakên mafên mirovan û parêzeran nadin, daxwaz ji gişt navendên mafên mirovan û vijdanên zindî dikin ku li hember canê çalakên Kurd ên bi sêdarê mehkûmkirî ku pêk tên ji:
Şêrko Muarifî, Luqman Muradî, Zanyar Muradî, Hebîbulla Golperîpûr, Hebîbolla Letîfî, Reşîd Exlkendî, Bêhroz Alxanî, Riza Îsmaîlî, Hebîb Efşarî, Elî Efşarî, Seyd Samî Husênî, Yawer Rehîmî, Esxer Rehîmî, Bêhnam Rehîmî, Behmen Rehîmî, Merdan Melekî, Enwer Rostemî, Mistefa Selîmî – Îlûyî, Hesen Taliî, Ezîz Mihemedzade, Seyd Cemal Mihemedî, Îbrahîm Îsapûr û Sîrwan Nijawî, berpirsane riftarê bikin.
Saziya Mafên Mirovan a Kurdiatnê

5’ê Gulana 2012’an a Zayînî