Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî welatparêz ê Selamsê koça dawî kir

13:45 - 3 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Fîruz Elîxanî kesayetiyekî welatparêz û dostê nêzîk ê Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê, xelkê Selmasê çû ber dilovaniya xwedê.

Roja pêncşem, 30’ê Gulan a 2013’an, kesayetiyê welatparêz û dostê nêzîk ê PDK Îranê li bajarê Selmasê, Fîruz Elîxanî, wefat kir.

Fîruz Elîxanî sala 1331`ê Rojî li gundê “Nizarava”ya ser bi bajarê Selmasê ji dayik dibe û kesekî welatparêz û cihê rêza xelkê deverê bûye. Navborî sala 1363`ê ji ber welatparêzî û hevkarî ligel Pêşmergên PDKÎ, ji aliyê hêzên Ewlekaiya bajarê Selmasê vet ê girtin û bo heyamê 2 salan li girtîgeha Xoyê tê azar û çşkencekirin. Fîruz Elîxanî di girtîgehê de ji ber îşkenceyê giran tûşî pirsgirêkên cesteyî dibe, lê navborî heta roja dawiya jiyana xwe şanazî bi vê bawerî û rêbaza xwe kiriye.

7108.jpg


Xwedê lê razî be Fîruz Elîxanî li nexweşxaneyeke bajarê Selmasê koça dawî kir û xatir ji gel û malbata xwe kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Fîruz Elîxanî” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wî şad