Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên xelkê Merîwanê bo pêşgirî ji belavbûna madeyên hişber

17:03 - 7 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di riya dest û pêwendiyên xwe ve hewil didie xelkê gundên Merîwanê bengdarî madeyên hişber bike.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, heyamek e hejmarek kes li deverên gundakincî ên Merîwanê dest bi belavkirina madeyên hişber kirine û dixwazin bajarê Merîwanê ku di warê gîrodebûn bi madeyên hişber yek ji paqijtirîn bajarên Kurdistan û Îranê ye, tevlî wê diyardeya wêranker bikin.
Li gor vê raporê kesên han li ser bengdarkirina ciwanên gundên ser sînorê beşa “Xawmîrawa” a ser bi bajarê Merîweanê kar dikin û bêkarî seba daxistina sinûran ji aliyê Sipaha Psdaran ve handanek e bo rakêşana ciwanan berbi vê diyardeyê.
Akinciyên wê deverê di vê baweriyê de ne ku Rejîma Îslamî a Îranê berdewam di hewla gîrodekirina xelkê wê deverê bi madeyên hişber e.
Xelkê devera han seba bêdengî û pêşgirî nekirina rejîmê ji wê diyardeyê, xorisk korr û civînan bi mebesta pêşgirî ji wê diyardeyê pêk tînin.
Li gor gotina hevwelatiyek wê deverê, rejîma Îranê li deverên ku hesta netewî a xelkê di astek baş de ye, dixwaze bi teşenekirina diyardeya gîrodekirina xelkê bi madeyên hişber pêşî ji îradeya netewî a xelkê Kurdistanê û deverên din ên Îranê bigre.