Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simoreyên Zagrosê berbi jinavçûnê diçin

22:09 - 7 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Simoreyên Zagrosê ku cihê eslî yê jiyana wan li daristanên Serdeşt û Pîranşarê ye û seba komkirina berûyan û nêçîrên nezanane ji aliyê xelkê ve di halê jinavçûnê de ne.


Li gor nûçegihaniya “Mêhr”ê , hin ji nêçîrvan û berjewendîxwaz di nezaniyê de ji buhaya Simoreyên wê deverê nizanin, dest bi hin kiryaran didin ku dibe seba jinavçûna nifşa wan rihliberên xweşik.
Simoreyên daristanên Pîranşar û Serdeştê bi qasî 25 santîmetran dirîj in û ser û dêlên wan ên sor ji nîşanên simoreyên wê deverê ne. Rihlibera han ku cihê eslî yê wan daristanên Serdeşt û Pîranşarê ye û xwarina wan Tû, Gûz, Badam, Berû û çilûyên daran e.
Wêne: Nûçegihaniya Mêhr