Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a bavê şehîdek riya rizgariya Kurdistanê

16:59 - 8 Gulan 2012

Kurdistanemdia: Bavê şehîdek riya rizgariya Kurdistanê li devera bajrê Pîranşarê koça dawiyê kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, îro Sêşemî berwar 8’ê Gulana 2012’an, “Qadir Kamela” bavê şehîd “rehman Kamela” xelkê gundê “Kêlê” yê ser bi devera Lacana Pîranşarê seba nesaxiyê li nexweşxaneya bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.
Şehîd “Rehman Kamela” kurê “Mam Qadir” pêşmergeyê PDK Îranê bûye ku li gundê “Zengyawê” li gel hejmarek pêşmerge kete nav boseya dujmin û piştî birîndarbûnê seba giraniya birîna xwe tevlî karwanê şehîdan bû.
Termê “Mam Qadir” li kêleka kurê wî li goristana “şehîd Fatme” li gundê “Kêlê” di nava xulyaqeta xelkê deverê de hat veşartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya malbat û kes û karên mam Qadir dike û xwe beşdarê xema wan dizane.
Riha wî şad